Lavrov: Karê me li Suriye bidawî nebûye
Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje, karê wan di Sûriyê de hîn bi dawî nebû ye

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje, karê wan di Sûriyê de hîn bi dawî nebû ye.
Di hevpeyvînekê de digel rojnameyeke Arjentînî, Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, karê wan li Sûriyê hîn bidawî nebû ye, û heta ku pêwistiya desthilata Sûriyê û Milletê wê bi wan hebe, dê hêzên wan li Sûriyê bimînin.
Di Îlon a sala 2015an de Rûsya bi awayekî leşkerî dest bi piştgiriya hikumeta Sûriyê kir, ku wekî hevalbendek serekî jê re tê binavkirin.
C.B