Îsraîl Hizbulah û mîlîşyayên Îranê yên li Sûriyê armanc digire
Topxaneya Îsraîlê yên li bilindahiyên Colanê îro navendên Hizbulaha Libanî li nava xaka Sûriyê topbaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Topxaneya Îsraîlê yên li bilindahiyên Colanê îro navendên Hizbulaha Libanî li nava xaka Sûriyê topbaran kirin.
Li gor ajansa “Anadolu” ku ji jêderên navxweyî yên Sûrî belav kir, Îsraîlê navçeyên xalên Hizbulaha Libnanî yên Til El-homer û girên li bakurê bajarê Quneyterê topbaran kirin.
Ji aliyekî din ve, îro danê sibê dengê teqîneke bihêz li firokxaneya leşkerî ya Dêra Zorê hat bihîştin û hat gotin ku eger heye ew teqîn ji encama bombebaran Îsraîlê bûbe.
Çend jêderên li navçê tekez kirin, ew firokxaneya leşkerî ya dengê teqînê jê hatiye bihîstin, hejmarek mezin mîlîşya û Supaya Pasdarên Îranê lê hatibûn bicihkirin.
Ta niha ti daxuyaniyeke fermî me ji aliyê Îsraîlê û ne ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve derbarê wê bombebaranê nehatine belav kirin. Herwiha ta niha ziyanên ji encama wê bombebaranê jî nehatine zanîn.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû, Derengê şeva Çarşemê 9ê vê mehê, milîsên Îranî li Sûriyê bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li bilindahiyên Colanê kiribûn.
Wek bersivekê ji wê êrîşê re jî, di encamê de, roja 10ê vê mehê, firokeyên cengî yên Israîlî bi tundî bingehên leşkerî yên Îranê yên li nav axa Sûriyê bombebaran kirin û ziyaneke mezin li wan kirin.
S. B