Firensa şeş topavêjan li Sûryê bicih dike
Tirkiye: Firensa di çarçoveya piştgiriya HSDê de, topavêjên xwe li Sûryê bicih kiriye û biryar e hêzên Firensî rahênanê bi artêşa Iraqî û hêzên HSD li ser wan topavêjan bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî ajansên fermî yên Tirkiyê, artêşa Firansa şeş topavêjên xwe li Sûryê, li ser sînorê Iraqê li gundê Baxoz yê ser bi gundewarên Dêra Zorê ve bicih dike.
Medya Tirkî diyar kir, ku Firensa di çarçoveya piştgiriya Hêzên Sûrya Demukrat de, topavêjên xwe li wê deverê bicih kiriye û biryar e hêzên Firensî rahênanê bi artêşa Iraqî û hêzên HSD li ser wan topavêjan bikin.
Herwiha medya Tirkiyê tekez kir, ku hêzên Firensî li deverên Ên Îsa, Minbic, Reqa û Hesekê jî belav bûne.
Berî niha serokê Firensa Emmanuel Macron ragihandibû, ku ew amade ye navberiyê di nav Tirkiyê û HSDê de bike, lê Tirkiyê ew yek red kiribû. Li ser wê destpêşxeriyê jî, serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku heger Macron dixwaze di nav rêxistinên teroristî de bibe navbijvan, bila fermo bike, lê Tirkiya ti carî li gel terorîstan pêwendiyê nake.
Herwiha wezîrê berevaniya Tirkiyê daxwaz ji Firensa kiribû, ku piştî nemana DAIŞê hêzên xwe ji nav Sûryê derxîne û got: Madem metirsiya DAIŞê heya radeyeke mezin bidawî bûye, ti pêwîstî ji hebûna hêzên Firensî yan hêzên ti welatekî din li nav Sûryê nema ye.
N.O