Israîl: Me û Amerîka ji bo derkirina Îranê ji Sûryê lihev kiriye
Netanyahu: Îran dijatiya Israîl, Amerîka û welatên Erebî dike û pêwîst e em li gel hevpeymanên xwe, bi serperiştiya Amerîka, destê Îranê li navçeyê bibirrin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, di hevdîtinekê de li gel kenala Fox News ragihand, ku welatê wî li gel Amerîka, derbarê derkirina hêzên Îranî ji Sûryê lihev kiriye.
Benjamin Netanyahu diyar kir, ku Îran dijatiya Israîl, Amerîka û welatên Erebî dike û got: Pêwîst e em li gel hevpeymanên xwe, bi serperiştiya Amerîka, destê Îranê li navçeyê bibirrin.
Hikûemta Îsraîl hebûna hêz û milîsên ser bi Îranê ve li nav axa Sûryê, weke gefeke mezin li ser ewlehiya welatê xwe dibîne.
Girêdayî heman mijarê, biryar e sibe wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, nexşe riya welatê xwe beramberî Îranê eşkere bike û ji bo vê armancê, wê îro bêtirî 200 dîplomatkarên Amerîkî û Ewropî li Koşka Sipî derbarê wê mijarê bicivin.
Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîka Brayan Hok, daxwaz ji hevpeymanên Amerîka kir, ku piştevaniya pilana nû ya Amerîka li dijî Îranê bikin.
N.O