Hêzeke leşkerî ya Tirkiyê ji bo avakirina xaleke çavdêriyê derbasî Idlibê bû

Heya niha Tirkiyê di çarçoveya rêkevtina Astana de, diwazde xalên çavdêriyê li nav axa Sûryê daniye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajanseke ser bi Opozisyona Sûryê ve ragihand, ku îro hêzeke artêşa Tirkiyê bi riya gundê Kefer Lûsîn derbasî bakurê bajarê Idlibê bû, bi armanca ku xaleke çavdêriyê li gundê Serman li rojhilatê Me'eret El-Nu'iman ava bike.

Ew hêza Tirkiyê, ji deh kemyonên serbazî, tank û otombêlan pêk dihat.

Heya niha Tirkiyê di çarçoveya rêkevtina Astana de, diwazde xalên çavdêriyê li nav axa Sûryê daniye.

Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di roja 20ê Çileya derbasbûyî de jî, li Efrînê dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kir û di 18ê Adarê de, Efrîn û gundewarên wê bitemamî kontrol kir, herwiha hêzên Tirkiyê li devera Ezaz û Ra`î jî belav dibin û li gorî daxuyaniyên Hikûmeta Tirkiyê, niha ew kar ji bo encamdana operasyonekê li Minbicê jî dikin.

N.O