216 sivîl koçberî deverên di bin kontrola HSD de bûn
Zêdetirî 200 welatiyên sivîl ji deverên di bin kontrola DAIŞê de, koçberî deverên di bin kontrola HSD de bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Zêdetirî 200 welatiyên sivîl ji deverên di bin kontrola DAIŞê de, koçberî deverên di bin kontrola HSD de bûn.
Jêderek nêzîkî HSD ragihand, îro 216 welatiyên sivîl, ji gundê Duşêşe yê rojhilatê bajarokê Şedadê, ku di bin kontrola DAIŞê de ye, koçberî gundê Ebu Elsûs bûn e, û dê ji bo kampan werin veguhistin.
Di destpêka vê mehê de Hêzên Sûriya Demokrat HSD berdewamiya Operasyona xwe li rojhilatê çemê Firatê li dijî DAIŞê ragihandibû.
C.B