Firokeyên Iraqê binkeyên DAIŞê li Sûriyê bombebaran kirin

Firokeyên Iraqê yên F 16 bingehên DAIŞê li nava xaka Sûriyê bi yekcarî jinav birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Iraqê yên F 16 bingehên DAIŞê li nava xaka Sûriyê bi yekcarî jinav birin.

Serkirdatiya Operasyona Hevbeş a Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên F 16 yên Iraqê bingeheke serkirdatiya DAIŞê li nava Xaka Sûriyê bombebaran kirin û ew jinav birin.

Li gor daxuyaniyê, firokeyên Iraqê binkeyên din DAIŞê li bajarokê Hicînê armanc kirin, ku ew wek ambarên mûşekan bikar dihat û di encamê de ziyaneke mezin gihand wî cihî û hejmarek ji çekdarên DAIŞê kuştin.

Di mehên buhûrî de Iraqê zincîreyek ji lêdanên esmanî li Sûriyê encam dan û bi gotina wê jî, ew operasyon bi hevahengiya bi hikûmeta Sûriyê re hatine kirin.

 

S. B