"Şikestina Amerîka li Sûrya wê ji cenga Vêtnamê mezintir be"
Şêwirmendê yekem yê fermandarê giştî yê Supaya Pasdaran: Damezirandina DAIŞê ji bo wê mebestê bû, ku rê li ber rabûna Islama welatên navçeyê bigire.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê yekem yê fermandarê giştî yê Supaya Pasdaran ya Îranê emîd Hisên Deqîqî ragihand, ku "Wê Amerîka li Sûrya rastî şikestinekê mezintir ji ya cenga Vêtnamê bê".
Hisên Deqîqî duh di gotarekê de li bajarê Kaşan li başûrê Taranê got: "Piştî şikestina Amerîka û dorpêçana wê di cenga Sûryê de, careke din Washingtonê xwe li sepandina sizayên abûrî digire".
Deqîqî diyar kir ku: "Damezirandina DAIŞê ji bo wê mebestê bû, ku rê li ber rabûna Islama welatên navçeyê bigire, ji ber ku ditirsiyan Islama welatên navçeyê, Hikûmetên kevnperest bihejîne".
Herwiha navhatî got: "Serokê Amerîka Donald Trump, bi pereyê Siûdiyê derfetên kar ji bo bêtirî 650 hezar kes li Amerîka peyda kiriye, ew jî di demekê de ye, ku xortên misilman li Siûdiyê ji ber hejariyê dinalin".
N.O