Piştî dirêjkirina 6 salan artêşa Sûriyê erkê xuleke leşkerî bidawî dike

Piştî 8 salan ji leşkeriya neçar li Sûriyê, Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê biryar da ku xizmeta kevintirîn xuleya leşkeran bi dawî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 8 salan ji leşkeriya neçar li Sûriyê, Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê biryar da ku xizmeta kevintirîn xuleya leşkeran bi dawî bibe.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, xuleyên leşkeriya neçar yên ku erkên wan temam bûbûn ta niha nehatin bidawîkirin, Fermandariya giştî ya artêşa Sûriyê û piştî 8 salan ji krîza Sûriyê fermana bidawîanîna erkê xuleya 102 da.

Dema leşkeriya neçera li Sûriyê 2 sal û nîv in. Tê zanîn ku xuleya leşkeran ya 102an kevintirîn xuleya leşkeran e ku ji Gulana sala 2010an ve ev xule dest pê kiriye û pêwist bû di destpêka sala 2012ê de bi dawî biba, lê ta niha berdewam bû û niha biryara bidawîhatina wê xuleyê hate dayîn.

Li gorî zanyariyan, biryara navhatî dê di 1 meha Hezîrana îsal de were cîbicî kirin.

 

S. B