Xemîs Xencer pesnê Serok Barzanî dide

Sekreterê Giştî yê Projeya Erebî yê Iraqê rola Serok Barzanî ya pêşwazîkirina koçeran bi helwesteke dîrokî binav dike, ku ti carî jibîr nabe. Spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî jî kir, ji bo alîkarî û vehewandina koçberan di çend salên bûrî de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 28.8.2018an Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Projeya Erebî yê Iraqê Xemîs Xencer û şanda pê re kir, di hevdîtinê de behsa proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Di hevdîtinê, her du aliyan ji bo nêzîkirina nerînên xwe derbarê proseya siyasî û bernameya hikûmeta dahatî ya Iraqê de, tekezî li ser hevahengiyê kirin.

Hevpeymaniya Qerara Iraqî ji aliyê Xemîs Xencer ve tê piştevanîkirin û di hilbijartinên dawî de 14 kursî di parlemantoya Iraqê de bidest xistiye.

S. B