Cîgirê serokê AKPê: Kes tine ye ji min bêtir Kurd be

Cîgirê serokê AKPê: Heger li herêmê aştî û aramî hebe, ji hin kesan re cih namîne û ji bo wê yekê ew kesana rewşê têk didin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê giştî yê AKPê Mehdî Eker ragihand, ku aliyê pêvajoya aştiyê têk daye PKK bû û ew wek AKP her tim dixwazin kêşe bi riyên sivîl û demokrat bên çarekirin.

Mehdî Eker diyar kir, ku heger li herêmê aştî û aramî hebe, ji hin kesan re cih namîne û ji bo wê yekê ew kesana rewşê têk didin.

Eker got: Ew dizanin ku heger li herêmê aştî û aramî hebe, ji wan re nan namîne. Ew ji bo mafên demokratîk yên gelê Kurd tênakoşin. Kes tine ye  ji min bêtir Kurd be. Hemû aliyên li Tirkiyê bi ziman û çanda xwe serfiraz in. Armanca pêvajoya çareseriyê jî ev bû. Lê nexwestin û pêvajo têk dan. 

Herwiha navhatî got: Em dibêjin heger kêşeyek hebe, divê bi riyên sivîl û demokratîk çareser bibe. Bêyî ku kêşe û şerên nû derbixin. Eger şaşî heye, emê çareser bikin. Ev bi rijandina xwînê, bi tundiyê nabe. Bi kuştina sivîlan û ciwanan nabe."

N.O