Artêşa Azad a Sûriyê doktorek li Efrînê revand
Grûbek çekdar ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve li bajarê Efrînê doktorê Kurd ê bi navê Lezgîn Salih revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûbek çekdar ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve li bajarê Efrînê doktorê Kurd ê bi navê Lezgîn Salih revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin e.
Jêderekî ji Kurdistan 24 re got ku, piştî revandina wî, wan çekdaran malbata doktor Lezgîn ji mala wan derxistin û destê xwe danîn e ser mal û klînîka wî ya taybet..
Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê ve heta niha, bi dehan ciwan ji wî bajarî hatine revandin e.
C.B