Tirkiye : Em ligel Amerika, liser Minbic rêkeftin e
Ligor Ajansa Anadolu, rêkeftin liser 3 proseyên cuda pêkhatiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiye, lihevhatin derbarê Minbicê de di navbeyna şandeyên Tirk û Amerikî de pêkhatiye, lê ev rêkeftin dê hefteya bê piştî hevdîtina Wezîrên Derbe yên her du welatan – Pompeo û Çavuşoglu bê ragihandin.
Ligor Ajansa Anadolu, rêkeftin liser 3 proseyên cuda pêkhatiye.
Proseya yekem: Di nav 30 rojan de YPGyî dê ji Minbicê derkevin
Proseya duyem: Hêzên ewleyî yên Amerikî û Tirk di nav 45 rojan, dê ewleyiya Minbic bigrin dest xwe û kontrola hevbeş a Minbic pêk bînin.
Proseya Sêyem: Di nav 60 rojan de, dê rêvebiriya Minbic a ji xelkê deverê pêk were…
Her berê jî medya Tirk ragihandibû ku, rêkeftin liser Minbic di navbeyna Amerika û Tirkiye de pêkhatiye. Wezareta derve ya Amerika ji aliyê xwe ve rêkeftin ligel Tirkiye liser Minbic red kiribû. Lê ragihandibû ku, hevdîtinên her du aliyan liser Minbic berdewam in.
C.B