Bi vîdyo.. Pêşwaziya serokê Korya Bakur ji Lavrov re bibîne
Serokê Korya Bakur tenê li gel wergera xwe bi şanda Rûsî re, pêwendiyên di nav herdu welatan de gotûbêj kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, gihişte Korya Bakur û li gel Serokê wî welatî Kim Jong Un civiya.
Ev yekem car e, serokê Korya Bakur, Kim Jong Un pêşwaziya wezîrê derve yê Rûsya dike û di civînê de, Serokê Korya Bakur tenê li gel wergera xwe bi şanda Rûsî re, pêwendiyên di nav herdu welatan de gotûbêj kir.
N.O