Rûsya pêşinyar dike ku Til Rif'et radestî Tirkiyê bê kirin
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan: Derbarê radestkirina bajarê Til Rif'et ji artêşa Tirkiyê re, nakokî di navbera Rûsya û Îran de çêbûne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku Rûsya pêşinyar kiriye bajarê Til Rif'et ji bo artêşa Tirkiyê were radestkirin.
Riwangeha Sûrî diyar kir, ku derbarê radestkirina bajarê Til Rif'et ji artêşa Tirkiyê re, nakokî di navbera Rûsya û Îran de çêbûne.
Herwiha zelal kir, ku di beramberî radestkirina Tir Rif'et de ji Tirkiyê re, divê çekdarên opozisyona Sûryê, ji hin navçeyên gundewarê Idlib û Laziqiyê derkevin.
Berî niha bajarê Til Rif'et di destê Yekîneyên Parastina Gel YPGê de bû, lê piştî dagîrkirina Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, YPGê ji wê navçeyê vekişiya û ew radestî artêşa Sûryê kir.
N.O