Reliance, Îranê terk dike
Ligor zanyariyên Ajansa Reuters Şirketa Hindistanî Reliance Industries, Tehran agahdar kiriye ku, ligel Îranê pêwendiyên xwe dibire

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku Ofisa çavnêriya hebûnên derve ya Amerikayê ragihand ku, dê şirketên petrolê yên ligel Îranê di pêwendiyê de ne bixe nav çavnêriyê de, şirketên petrolê Îranê terk dikin.
Ligor zanyariyên Ajansa Reuters Şirketa Hindistanî Reliance Industries, Tehran agahdar kiriye ku, ligel Îranê pêwendiyên xwe dibire.
Reliance Industries diyar kiriye ku, piştî qedandina projeyên xwe di meha Mijdarê de, xebatên xwe li Îranê diqedîne û naxwaze karên xwe li Îranê dom bike.
C.B