Opozisyona Sûriyê ji hejmûna Îranê li Sûriyê dilgiran e
Opozisyona Sûriyê dibêje, 100 hezar çekdarên Îranî û yên bi ser wê ve li Sûriyê hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Opozisyona Sûriyê dibêje, 100 hezar çekdarên Îranî û yên bi ser wê ve li Sûriyê hene.
Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan yê Opozisyona Sûriyê Nesr elHerîrî li Brukselê daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kir ku, fişaran li ser Îranê bike, da ku piştevaniya xwe ya leşkerî ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed kêm bike.
Herîrî di derbarê daxûyaniya Serokê Sûriyê li ser daxwaza vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê got, çekdarên Îranî û hêzên Rûsyayê alîkariya hêzên hikumetê di şerê li dijî Opozisyonê de kiriye.
Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan yê Opozisyona Sûriyê herweha got, her diçe rola Îranê li Sûriyê mezintir dibe, û ew piştevaniya her karekî navdewletî ji bo kêmkirina hejmûna Îranê li deverê bi giştî û Sûriyê bi taybetî dikin.
C.B