Muelim danûstandinên Amerîka û Tirkiyê li ser Minbicê red dike
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihand, ti binkeyên Îranê li Sûriyê nîn in û berûvajî Tirkiye, Amerîka û Fransayê, Îran li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê hatiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihand, ti binkeyên Îranê li Sûriyê nîn in û berûvajî Tirkiye, Amerîka û Fransayê, Îran li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê hatiye.
Welîd Muelim li Şamê di konferanseke rojnamevanî de derbarê egera rêkeftinekê di navbera Tirkiye û Amerîka li ser Minbicê de got, ne ji mafê Amerîka ye danûstandinan li ser bajarekî Sûrî bike û hebûna Tirkiyê li Efrînê û li her devereke Sûriyê dagîrkirin e.
Derbarê gotûbêjên wan bi HSDê re jî, Muelim got, hîna ti danûstandin di navbera wan û HSDê de çê nebûne û ewê bajarê Reqayê ji destê biyaniyan rizgar bikin.
Serokê Suriyê Beşar Esed berî çend rojan di hevpeyvînekê de ligel kenaleke Rûsî ragihandibû ku, HSD divê cîhên kontrol dike, radestî Hêzên Hikumetê bike, ger na ew amade ne bi hêzê bidest bixin.
Muelim got jî, rêkeftina li başûrê Sûriyê naçe serî, heta Amerîka ji binkeya Tinifê ya leşkerî venekişe û heta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê li ser hebûna hêzên Îranî da zanîn, ti binkeyên Îranê li Sûriyê nîn in û berûvajî Tirkiye, Amerîka û Fransayê, Îran li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê li wî welatî ye. Got jî: Heta teror li Sûriyê heye, ew azad in bi kîjan welatî re hevkariyê bikin.
S. B