Beşar Esed dixwaze serdana Korya Bakur bike
Israîl di sala 2007an de ragihand, ku hevkarî di nav Sûrya û Korya Bakur û Îranê de heye, daku li devera Kuber ya Dêra Zorê bingeheke etomî ava bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Medya fermî ya Korya Bakur ragihand, ku serokê Sûrya Beşar Esed pilanek ji bo serdana Korya Bakur danî ye û dixwaze di wê serdanê de bi serokê Korya Bakur Kim Jung Un re bicive.
Heger Esed serdana Korya Bakur bike û li gel serokê wî welatî bicive, wê ew yek bibe yekem civîna Kim Jung Un li gel serokê welatekî li Pyongyanga paytexta Korya Bakur.
Ev yek di demekê de ye, ku Korya Bakur bala hemû cîhanê bi xwe ve kişandiye û di dema dawî de, her yek ji wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya li Pyongyangê li gel serkirdeyên Korya Bakur civiyan.
Destê sibeha roja 6ê Êlûna sala 2007an, firokeyên Israîlî ji corê F15 û F16, êrîşî bingeha Kuber ya Sûrî li Dêra Zorê kirin û di encama êrîşê de, hat ragihandin, ku 10 zanayên etomî yên Korya Bakur hatin kuştin.
Derbarê wê êrîşê, Hikûmeta Israîl tekez kir, ku rêjîma Esed bi hevkariyê li gel Korya Bakur û bi piştevaniya diravî ji aliyê Îranê ve, dixwest bingeheke etomî li Kuber çêbike, lê di encama êrîşa Israîlî de, ew bingeh hat wêrankirin.
N.O