Şanda Navdewletî seredana MInbicê kir
Ji bo zelalkirina xalên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ya di derbarê Minbicê de, şandek pilebilind a Hevpeymaniya Navdewletî, di gel rêveberiya bajarê Minbic civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo zelalkirina xalên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ya di derbarê Minbicê de, şandek pilebilind a Hevpeymaniya Navdewletî, di gel rêveberiya bajarê Minbic civiya.
Li gor mêdya ya nêzîkî YPG, îro şandek Hevpeymaniya Navdewletî ku ji Genêral James Grad û Balyozê berê yê Amerîka li Si'udiyê Wîlyam Robak pêk dihat, seredana bajarê Minbic kirin û di nav bajar de jî, geriyan.
Ligor ku hatî belavkirin, wê şandê seredana bajarê Minbice kiriye, ji bo zelalkirina xalên rêkeftina di navbeyna Enqera û Waşington de, ya derbarê wî bajarî.
Şand digel Reveberiya wî bajarî civiya, û civîna wan jî, ji mêdyayê re girtî bû.
C.B