Serokwezîrê Ispanya: Ez bi Incîlê sûnd naxum
Di merasîma sûndxwarinê de, serokwezîrê nû yê Ispanya soz da ku di bin roniya (Şeref, Wîjdan, Dilsoziyê ji bo Şahê Ispanya û bergirî li destûra Ispanya) erkên xwe bicî bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê nû yê Ispanya, Pedro Sanchez ku bixwe kesekî sosyalîst û bêbawer e, red kir ku di merasîma sûndxwarinê de, destê xwe li ser Incîlê deyne û bi wê sûnd bixwe.
Tora nûçeyên Birîtanî (BBC) belav kiriye, ku serokwezîrê nû yê Ispanya razî nebûye ku di dema merasîma sûndxwarinê de (Xaç) û diruşmên olî bên bilindkirin.
Sanchez wek serkirdeyê sosyalîstên Ispanya, yekem kesê bêbawer e di dîroka wî welatî de, ku postê serokatiya Hikûmetê werdigire.
Herwiha di merasîma sûndxwarinê de, serokwezîrê nû yê Ispanya soz da ku di bin roniya (Şeref, Wîjdan, Dilsoziyê ji bo Şahê Ispanya û bergirî li destûra Ispanya) erkên xwe bicî bike.
Pedro Sanchez 46 salî ye û niha ew li şûna serokwezîrê berê Maryano Rakho postê serokatiya Hikûmetê wergirtiye.
N.O