Qasim Silêmanî: Hikûmeta nû ya Iraqê wê nêzîkî Îranê be

Mosad: Berî 3 salan ji niha, hindik mabû em Qasim Silêmanî li nêzîkî Şama paytexta Sûryê bikujin, lê Amerîka hişyarî da Silêmanî daku ji wê navçeyê derkeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Silêmanî, ragihand ku di encama hilbijartinên Iraqê de, wê Hikûmeteke nêzîk ji Komara Islamî ya Îranê were pêkanîn.

Qasim Silêmanî di merasîma şeva Qedir de, li bajarê Kirmanê ragihand, ku berî niha Hizbullaha Lubnanî hêzeke berxwedanê û nêzîkî Îranê bû, lê niha Hizbullah piştî hilbijartinên Lubnanê, bûye dewleteke berxwedanê û nêzîkî Îranê ye.

Derbarê Iraqê jî, Silêmanî got: Li Iraqê jî, wê Hikûmeteke nêzîkî Îranê were pêkanîn, ew yek jî destkefteke din e ji bo Îranê di navçeyê de.

Berî niha rojnameya (El-Cerîde) ya Kiwêtî ji ser zimanê berpirsekî mezin yê ajansa hewalgiriya Israîlî (Mosad) belav kir, ku berî 3 salan ji niha, hindik mabû ku Israîl Qasim Silêmanî li nêzîkî Şama paytexta Sûryê kuştibaya, lê Amerîka haydarî wê pilana Israîlî bû û hişyarî dabû Silêmanî daku ji wê navçeyê derkeve û vê yekê hişt ku pilana Israîlî bibin keve û nakokî di navbera Israîl û Amerîka de çêkir.

Herwiha wê berpirsê berê yê Mosadê eşkere kir, ku niha lihevkirineke Amerîkî Israîlî heye, ku Qasim Silêmanî gefê li ser berjewendiyên herdu welatan çêdike.

N.O