Putin: Hikûmeta Sûryê ji her gotûbêjekê re amade ye

Vladimir Putin: Artêşa Sûryê 90% ji navçeyên ku xelkê Sûryê têde akincî ne, kontrol kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand, ku Artêşa Sûryê 90% ji navçeyên ku xelkê Sûryê têde akincî ne, kontrol kiriye.

Vladimir Putin diyar kir, ku Hikûmeta Sûryê bi temamî pêbendî bicîkirina erkên xwe bûye û pêşinyarên xwe ji bo pêkanîna komîteya danîna destûra nû ji Sûryê re diyar kiriye û niha em li bendî opozisyonê ne, ku ew jî biryara xwe bide.

Herwiha Putin got: Bi karê hevbeş di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, me encamên gellekî baş li Sûryê pêk anîn û me karî terorê li wî welatî jinav bibin.

N.O