Erdogan: Operasyona Qendîlê destpê kiriye
Erdogan: Me bi 20 firokeyan êrîşê Qendîlê kir û me 14 bingehên PKKê jinav bir. Bi vê operasyonê şerê li dijî PKKê li Qendîlê destpê kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan ragihand, ku operasyona Qendîlê ya li dijî PKKê destpê kiriye.
Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de, li bajarê Nîgdeyê axifî û got: Me bi 20 firokeyan êrîşê Qendîlê kir û me 14 bingehên PKKê jinav bir. Bi vê operasyonê şerê li dijî PKKê li Qendîlê destpê kiriye.
Herwiha Erdogan di dema bangeşeyê de got: Bînin bîra xwe, min gotibû Qendîl. Min gotibû Şingal. Li dijî van deveran jî me dest bi operasyonên xwe kiriye. Me bi 20 firokeyên xwe 14 bingehên giring yên PKKê jinav biriye. 20 firokeyên me çûn li wan xistin û vegeriyan. Wê ev operasyon berdewam bike. Qendîl li dijî welatê me kaniya gefê ye û armanca me tinekirina wê ye. Me çawa Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz paqij kiriye, emê Qendîlê jî paqij bikin.
Berî niha jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû, ku heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexe, wê artêşa Tirkiyê bixwe êrîşî Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.
Erdogan di dîdareke televizyonî de gotibû: Heger biçûktirîn gef ji nav axa Iraqê li ser Tirkiyê bê kirin, emê Bexdayê haydar bikin û heger ew nikaribe wê pirsgirêkê çare bike, wê Tirkiye bixwe êrîşî Şingal, Qendîl û Mexmûrê bike.
N.O