Tirkiyê 43 penaber desteser kirin

Piraniya kesên hatine desteserkirin welatiyên Sûryê ne û hin welatiyên bakurê Efrîqya jî di nav wan de hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Çanakaleyê 43 penaberên ku dixwestin derbasî Yûnanê bibin hatin desteserkirin.

Hêzên parastina peravên Tirkiyê, li navçeya Ayvacik a Çanakeleyê, 43 kesên ku dixwestin bi belemê derbasî girava Mîdîlî ya Yûnanê bibin desteser kirin.

Hat ragihandin, ku piraniya kesên hatine desteserkirin welatiyên Sûryê ne û hin welatiyên bakurê Efrîqya jî di nav wan de hene.

Hêzên parastina peravên Tirkiyê ew penaberana radestê Navenda Vegerandina Koçberan kirin.

N.O