Yildirim: Di nava sê mehan de YPG dê ji Minbicê derkeve
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku wan ligel Amerîka li ser Minbicê rêkeftinek ji bo sê mehan îmze kirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku wan ligel Amerîka li ser Minbicê rêkeftinek ji bo sê mehan îmze kirin e.
Bînalî Yildirim di daxuyaniyekê de bal kişand ser hevdîtinên navbera Amerîka û Tirkiyê yên li ser Minbicê û wiha got, me niha ligel Amerîka rêkeftinek sê mehî îmze kiriye. Di nava 90 rojan de û li gor bernameyekê, YPG û PYD wê ji Minbicê vekişin.
Derbarê rêvebirina Minbicê de jî Yildirim wiha got, rêveberiya Minbicê wê radestî rêveberiya herêmî bê kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo 4'ê Hezîranê li ser Minbicê civiya bûn û li ser nexşerêyekê lihev kiribûn.
C.B