HDP di gera duyemîn de piştgîriya Înce û Akşener dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, di encama hilbijartinan de ji Muharrem Înce û Meral Akşenerê kî ji gera duyemîn re bimîne ewê piştgiriya wî bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, di encama hilbijartinan de ji Muharrem Înce û Meral Akşenerê kî ji gera duyemîn re bimîne ewê piştgiriya wî bikin.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen ragihand, heger Namzetê Serokomartiyê yê CHPê Muharrem Înce ji gera duyemîn re bimîne ewê piştgiriya wî bikin. Heger Namzeta Iyî-Partiyê Meral Akşener ji gera duyemîn re bimîne ewê piştgiriya wê bikin.
Duh jî, Selahatîn Demîrtaş di axaftina xwe ya TRTê de gotibû, ew di tûra duyemîn de hilbijartinan baykot nakin û dê bangeşeyên wan ên li dijî Erdoganî berdewam bike.
S. B