Efrîn.. Grûpên çekdar girava Meydankê dişewitînin
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve daristan û girava di nava gola Meydankê ya Efrînê dişewitînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve agir bi daristan û girava di nava gola Meydankê ya Efrînê xistin û şewitandin.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê duh agir bi daristan û girava di nava gola Meydankê xistin û ew şewitandin.
Wî jêderî got jî, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar dest danîbûn ser bendava Meydankê û hemû kelûpelên ser bi wê ve, herwiha çekdaran dest danîn ser keştiya ku karmendên bendavê pê asta avê di bendavê de dipîvan û rojane bi wê keştiyê diçûn nava wê giravê. Duh jî hejmarek ji çekdaran bi riya wê keştiyê çûn giravê û agir bi daristana wê giravê xistin.
Got jî, agir ji berêvara duh bi wê giravê ketiye û xelkê Efrînê navenda artêşa Tirkiyê ya li Efrînê bi wî agirî agahdar kirine, lê ta niha ti hewl ji bo vemirandina êgir nehatine dan û agir ta vê sibeha îro vêketî maye.
Ji hefteyekê ve ye, agir bi awayekî rojane bi daristana navçeya Şera ya li derdora gola Meydankê dikeve û dengên teqeyan jî li nêzîkî daristanê jî tê bihîstin.
Ew agir jî bi hewl û karînên kêm ên Berevaniya Sivîl a li navçeya Şera û keda welatiyên navçeyê dihatin vemirandin. Lê hejmarek mezin ji daran dihatin şewitandin.
Da zanîn jî, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hemû dezgehên xizmetguzariyê û berevaniya sivîl ji kar ketine, heger çi agirek li çi cihekî pêkeve, ti tîmeke agirkuj û hawarhatinê li Efrînê û navçeyên wê nemane ku bi hawara welatiyan ve bên.
Bendava Meydankê 20 K.M li bakurê bajarê Efrînê ye li pişt xwe jî goleke avê ya mezin dirust kiriye, di nava golê de jî giraveke biçûk a bi dar heye.
S. B


