Daxuyaniya civîna şandên bilind ên PDK û YNKê
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an), li baregeha Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê civiyan.
Civîn taybet bû bi rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê, yekxistina helwestê li hemberî pirsên rojevê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel saziyên federal.
Her du alî li ser girtina rêya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û beşdarbûna bi yekhelwestî di civîna 1ê Berçileya 2026an de ku dê li Bexdayê birêve biçe, hevnêrîn bûn. Her wiha tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Hemîşeyî ya Iraqê de û berevanîkirina hevbeş li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Tê nûkirin..