Tehran hişyariyê dide Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmend û Alîkarê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Muxbir, di karvedana li hemberî gavên vê dawiyê yên sînorî yên Hikûmeta Iraqê de, daxwaz ji Bexdayê kir ku di mijara sînoran de hişyar be û nebe amûra cîbicîkirina siyasetên Donald Trump.
Mihemed Muxbir îro 28ê Mijdara 2026an, di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê tekezî li ser wê yekê kir ku di siyaseta derve ya Îranê de, hevçarenîsiya li gel cîranan bingeheke kûr û rîşedar e. Her ev yek bû sedem ku Îran di rojên herî dijwar de bi hemû hêz û şiyana xwe li kêleka gelê Iraqê bimîne û dostaniya xwe nîşan bide.
Di beşeke din a peyama xwe de, Muxbir tekezî li ser pêwîstiya hişyariya Bexdayê kir û ragihand: "Ev pêwendiya qutnebûyî wisa dixwaze ku Bexda di mijara sînoran de hişyar be, da ku nebe amûra destê dijminên Îslamê û li pey siyasetên Trumpê tawanbar neçe."
Ev hişyariya Şêwirmend û Alîkarê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê ji bo Hikûmeta Iraqê hişyariyeke cidî ye derbarê girtina sînoran, pabendbûna Bexdayê bi biryarên Amerîkayê û hevkariya wê di cîbicîkirina sizayên Amerîkayê yên li ser aborî û sektora bazirganiya Îranê de; ku armanc jê ew e li gorî plana ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hatiye derxistin, bi rêya girtina sînorên welatên cîran aboriya Îranê bê dorpêçkirin.