Rûsya: Girûpên çekdar bi alavên Ewropî çekên kîmawî li Sûryê çêdikin
Zakharaova: Alavên çekên kîmawî bi wan hatine çêkirin ji welatên Ewropa Rojava ji bo çekdarên opozisyonê hatine şandin û belgê jî li ser vê yekê li ber destê Rûsya hene û emê eşkere bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova di kongirekî rojnamevanî hevbeş de, li gel wezareta berevaniya wî welatî ragihand, ku girûpên çekdar, çekên kîmawî li Sûryê bikar anîne û ew çek bi awayekî destikî hatine çêkirin.
Zakharaova diyar kir, ku alavên ew çek bi wan hatine çêkirin ji welatên Ewropa Rojava ji bo wan çekdaran hatine şandin û belgê jî li ser vê yekê li ber destê Rûsya hene û ewê eşkere bikin.
Ji aliyê xwe ve, wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku encamên lêkolînên derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûryê, ne hûrbîn in û Komîteya Lêkolînê zanyariyên xwe, ji girûpa binavê Kum Sipiyan wergirtiye.
Wezareta berevanya Rûsî diyar kir, ku encamên pişkinîna pizîşkî ji birîndarên çekên kîmawî re, eşkere kiriye ku ti madeyên kîmawî di laşê wan de tine ye.
N.O