Esed: Welatên Rojava beşdarî avakirina Sûriyê nebin
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, karînên Sûriyê hene ku welatê xwe ava bike. Tekez kir jî, welatên rojava beşdarî proseya avakirina Sûriyê nebin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, karînên Sûriyê hene ku welatê xwe ava bike. Tekez kir jî, welatên rojava beşdarî proseya avakirina Sûriyê nebin.
Di hevpeyvînekê ligel kenala NTV a Rûsî de Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, tevî ku niha li Sûriyê şer heye, lê karînên baş li cem wan hene ku welatê xwe ava bikin.
Esed amaje bi wê yekê jî kir, ji sala 2013 ve çekên kîmawî li cem xwe jinav birine, tekez kir ku tometbarkirina artêşa Sûriyê bi karanîna çekên kîmawî, bihaneyeke di destê welatên din ye, da ku destêwerdaneke leşkerî ya rasterast di Sûriyê de bikin.
Derbarê hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê Esed got, Sûriye û Rûsya şerê terorê dikin. Herwiha hêzên Rûsî li Sûriyê hevsengiya navdewletî diparêze.
S. B