2 mûşekên Îsraîlê li nêzîkî Firokxaneya Şamê dikevin

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyê ragihand, îro berbangê du mûşekên Îsraîlê li sînorê Firokxaneya Şamê ya Navdewletî ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyê ragihand, îro berbangê du mûşekên Îsraîlê li sînorê Firokxaneya Şamê ya Navdewletî ketin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, 2 mûşekên Îsraîlî komgehên çekan ên Hizbulaha Libnanî li nêzîkî Firokxaneya Şamê ya Navdewletî kirin armanc. Lê ti teqînên mezin rû nedan.

Ji aliyekî din ve, çalakvanan li tûra civakî belav kirin, ku hêzên berevaniya esmanî yên  Sûriyê yên derdora firokxaneyê rûbirûyî êrîşeke Îsraîlê bûn.

Ji meha derbasbûyî ve, Artêşa Israîlî çendîn car in bi firoke û mûşekan êrîşî bingehên serbazî yên Îranê û Hizbulaha Libnanî li nav axa Sûryê kir û gelek ziyanên canî û madî gihand wan.