Artêşa Sûriyê girîngtirîn baregehên opozîsyonê li Der'ayê kontrol dike

Li gor ajansa “RT” belav kiriye, artêşa Sûriyê sibeha îro bajarokê Busra Herîr a li rojhilatê parêzgeha Der'ayê (başûrê Sûriyê) bi temamî ji destê Eniya El-Nusra kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor ajansa “RT” belav kiriye, artêşa Sûriyê sibeha îro bajarokê Busra Herîr a li rojhilatê parêzgeha Der'ayê (başûrê Sûriyê) bi temamî ji destê Eniya El-Nusra kontrol kir.

Bi kontrolkirina Busra Herîr jî, artêşa Sûriyê karî bakurê Der'a ji rojhilatê wê cuda bike û riya tê re alîkarî digihin opozîsyonê jî bibire.

Ji aliyê xwe ve, rojnameya Weten a Sûrî ji ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Sûriyê karî herêma El-Lujat li rojhilatê Der'ayê kontrol bike, hevdem jî operasyona wan ber bi gundê Nahte û Melîha ve berdewam in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî salekê ji rêkeftina Rûsî, Amerîkî û Urdinî li başûrê Sûriyê, firokeyên Sûriyê bo cara yekem parêzgeha Der'ayê bombebaran kir.

Rewangehê diyar kir, ji encama operasyonên hêzên Sûrî li parêzgeha Der'ayê 28 welatiyên sivîk canê xwe jidest dane û nêzîkî 20 hezar welatî koçber bûne   

 

S. B