MHP dixwaze Rewşa Awarte dom bike
Li Tirkiyê Partiya Tevgera Neteweperest MHP daxwaza berdewamkirina Rewşa Awarte dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê Partiya Tevgera Neteweperest MHP daxwaza berdewamkirina Rewşa Awarte dike.
Cigîrê Serokê MHPyê Mustafa Kalayci beşdarî bernameyek televîzyoneke taybet a Tirkiyê bû û got, gefa Tevgera Fetullah Gûlen a li dijî welatê wan berdewam dike. Herwiha operasyona Qendîlê jî, li pêşiya wan e û ji ber van sedeman divê Rewşa Awarte berdewam bike.
Tirkiye ev 2 sal in bi Rewşa Awarte tê birêve birin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî niha gotibû, ew dikarin piştî hilbijartinan Rewşa Awarte rakin.
C.B