Beşar Ceiferî: Amerîka girûpên tundrew li 19 bingehan li Sûryê perwerde dike

Beşar Ceiferî: Heya niha Amerîka 19 bingeh li Sûryê dagîr kiriye û li wan bingehan terorîstan perwerde dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sûryê di Netewên Yekgirtî de, Beşar Ceiferî di civîneke Encûmena Ewlehiya Navdewletî de, derbarê rewşa Rojhilata Navîn got: Di çend salên derbasbûyî de, Sûryê şerekî mezin yê terorîstan dît, ku welatên bihêz bi melyonên dolaran ji wan girûpan re terxan dikir.

Beşar Ceiferî diyar kir, ku heya niha Amerîka 19 bingeh li Sûryê dagîr kiriye û li wan bingehan terorîstan perwerde dike.

Ceiferî zelal kir, li devera Tenef û Kampa Rukban ku li ser sînorên Sûryê, Iraq û Urdinê ne, çekdaran rerwerde dike û çekan jî radestî wan dike.

Derbarê bikaranîna çekên kîmawî navhatî got: Armanca daxuyaniyên şandên Birîtanya, Firensa û Amerîka, di Encûmena Ewlehiya navdewletî de, veşartina tawan e û ev yek siyaseta welatên dijminkar û dagîrkar e,  ji ber ku ev siyaseta han, bi dehan welatên endam di Encûmena Ewlehiyê de, wêran kiriye.

N.O