Xwepêşandanên Îranê berdewam û berfireh dibin
Ajansa Tesnîm: Ji encama daketina nirxê Timenê Îranî beramberî Dolar, hejmarên mezin ji bazirgan û karsazên Îranî li Bazara Mezin li Taranê dest bi xwepêşandanan kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansên fermî yên nûçeyên Îranî (Faris, Îsna û Tesnîm) ragihandin, ku ji encama daketina nirxê Timenê Îranî beramberî Dolar, hejmarên mezin ji bazirgan û karsazên Îranî li Bazara Mezin li Taranê dest bi xwepêşandanan kirin.
Duşema derbasbûyî jî, li pêşya Perlemana Îranê xwepêşandan derketin û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de çêbûn.
Jêderên xwecihî ragihandin, ku hêzên ewlekariyê bi dehan xwepêşander desteser kirin, bi armanca ku xwepêşandanê bidawî bînin, lê xwepêşandan berdewam û berfireh bûn.
Derbarê nerazîbûnên xelkê Îranê, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu got: Xwepêşanderên Îranê wêrek in û wan lehengiya xwe li kolanên Îranê nîşan dane.
Netanyahu di nûtirîn peyama vîdyoyî de, derbarê Îranê got jî: Heger Hikûmeta Îranê samanên xelkên xwe li Sûryê û Yemenê û şerên navçeyê bi hedir nedaba, wê guhertinên mezin di abûriya wê de çêbûbana.
Bi gotina Netanyahu, ew kesên ji ber rewşa abûrî ya xirab derketine kolanan, gellek wêrek in û qaremaniya xwe li kolanan nîşan dan.
N.O