Bizavên stendina baweriyê ji Rûhanî tên kirin

Perlemanterên binajoxwaz gefa wê yekê dikin, ku serokê Îranê vexwendî civîna Perleman bikin û baweriyê jê bistînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gel zêdebûna nerazîbûnê li ser rewşa abûrî li Îranê, dengoya stendina baweriyê ji Hesen Rûhanî û Hikûmeta wî zêde bûye.

Hejmarek perlemanter îmze ji bo stendina baweriyê ji hin wezîrên Hikûmeta Hesen Rûhanî kom kirine û molet dane Rûhanî daku rewşê kontrol bike.

Sizayên nû yên Amerîka li ser Îranê, pêşeroja serokê wî welatî nediyar kiriye û her ku nirxê Tumen beramberî Dolar nizim dibe, nirxê keresteyan bilind dibe, li piraniya bajaran jî xelkê dest bi xwepêşandanan kiriye.

Destpêka vê hefteyê, serokê firakisyona (Rêgirtin li Gendeliya Diravî) li nav Perlemana Îranê Emîr Xuceste ragihand, ku perlemanteran 15 roj molet dane Rûhanî, ku rêkarên pêwîstî bistîne daku Îran rewşa niha derbas bike.

Perlemanterên binajoxwaz gefa wê yekê dikin, ku serokê Îranê vexwendî civîna Perleman bikin û baweriyê jê bistînin.

Ji aliyê xwe ve şêwirmendê bilind yê Rêberê Şoreşa Îranê ji bo karûbarên serbazî Rehîm Sefewî ragihand, ku eger Hikûmet neba, wê Îran baştir birêve çûba".

N.O