Li Der'ayê 38 welatiyên sivîl hatin kuştin
Ji destpêka operasyonên artêşa Sûriyê li ser parêzgeha Der'ayê li başûrê Sûriyê, 38 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji destpêka operasyonên artêşa Sûriyê li ser parêzgeha Der'ayê li başûrê Sûriyê, 38 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Li gor Navenda Berevaniya Sivîl û Rêveberiya Tenduristiya bajarê Der'ayê, artêşa Sûriyê di êrîşên xwe yên li ser Der'ayê de berdewam e û ta niha 38 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Nûnerê Sûryê di Netewên Yekgirtî de Beşar Ceiferî duh di civîneke Encûmena Ewlehiya Navdewletî de Amerîka tometbar kir û got, Amerîka li devera Tenef û Kampa Rukban ku li ser sînorên Sûriyê, Iraq û Urdinê ne, teroristan perwerde dike û çekan jî radestî wan dike.
Ji roja 19ê Hezîranê ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî bajarokên Der'ayê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye, ku ew dever li Astanayê di sala 2017an de wek deverên kêmkirina aloziyan hatibûn destnêşankirin.
Herwiha ji ber operasyonên artêşa Sûriyê li ser parêzgeha Der'ayê tê çaverêkirin dora 45 hezar Sûriyên din jî koçberî Urdinê bibin.
S. B