Trump û Putin 16ê Tîrmehê, li Helsinkî dicivin

Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di 16ê Tîrmehê de li paytexta Finlandayê Helsinkiyê dicivin

K24 – Navenda Nûçeyan

Kanala Amerîkî Fox News, lê piştî wê Koşka Spî û Kremlin jî piştrast kirin ku, Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di 16ê Tîrmehê de li paytexta Finlandayê Helsinkiyê dicivin û liser mijarên aborî û dorpêça liser Rûsyayê biaxifin. Herweha dê behsa vekşandina Îranê ji Suriyê bikin.

Ligor çavdêrên siyasî Amerîka dê rê bide Esed di desthilatê de bimîn e û tevayiya erda Suriyê kontrol bike, ger ew xwesteka Amerîkî-Israîlî bicîh bike.

Şirovekarên siyasî hevdîtina Donald Trump û Vladimir Putin wekî girîntirîn civîna siyasî ya salê dinirxînin. Herçend ne bawer in ku ev civîn dikare encamên mazin bidest bixe, lê hevdîtina her du serokan bi xwe gelek girîng e û dikare rê lipêş çareseriyan veke.

 

 

 

C.B