Li Washingtonê nêzîkî 600 xwepêşander hatin girtin

Li ser sînorên di nav Amerîka û Meksîk de, îdara Amerîkî bi sedan zarok û şîrmij ji dê û bavên wan cuda zindan kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Polîsên Amerîkî li Washingtona paytexta wî welatî, nêzîkî 600 kes bi sedema ku beşdarî xwepêşandanan bûne, desteser kirin.

Ew kesên hatine girtin, li dijî siyaseta îdara serokê Amerîka Donald Trump, xwepêşandan kiribûn.

Polîsên Amerîkî di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan 575 kesên tometbar desteser kirine, ji ber ku wan kesan beşdarî di xwepêşandaneke bê molet de kirine.

Herwiha di daxuyaniya polis de hatiye, ku ew kesana li nav avahiyeke Encûmena Pîran hatine rawestandin û niha lêkolîn li gel wan tê kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump, li dijî her serederiyeke nerm e li gel penaberên ku dixwazin xwe li Amerîka bigirn.

Hevdem bi bihaneya metirsiya terorî, serdana welatiyên hejmarek ji welatên cîhanê ji bo Amerîka qedexe kiriye.

Li ser sînorên di nav Amerîka û Meksîk de jî, îdara Amerîkî bi sedan zarok û şîrmij ji dê û bavên wan cuda zindan kiriye.

Ew reftara îdara Trump bû sedema dilgiraniya rêxistinên mirovî û yên parastina zarokan û li nav Amerîka beşek ji welatiyan li dijî siyasetên Trump dest bi xwepêşandanan kirine.

N.O