Kişandina hêzên Rûsî ji Sûryê berdewam e

Di sala 2015an de, Rûsya tevlî şerê li Sûryê bû û bi riya operasyonên xwe yên ezmanî piştevaniya Hikûmeta Esed kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek din ji serbazên Rûsî yên ku beşdarî di şerê Sûryê de kirin, li welatê xwe vegeriyan.

Navenda rojnemevanî di wezareta berevaniya Rûsî de, di daxuyaniyekê de ragihand, ku 150 serbazên Rûsî ku wek piştevan ji Artêşa Sûryê re şer dikirin, piştî bidawîbûna erkên wan, vegeryan welatê xwe û îro gihan firîngeha Muzduk a Rûsî.

Di sala 2015an de, Rûsya tevlî şerê li Sûryê bû û bi riya operasyonên xwe yên ezmanî piştevaniya Hikûmeta Esed kir.

Berî niha jî, Rûsya hejmarek din ji serbazên xwe, li gel hejmarek ji firokeyên cengî û yên barkirina çek û serbazan ji Sûryê kişandibû.

Piştî ku serokê Rûsya Vladimir Putin di dawiya sala 2017an de, serdana bingeha Himêmîm ya hêzên Rûsî li Sûryê kir, biyar da ku beşek mezin ji hêzên Rûsî ji Sûryê bikişîne û li gorî raporan, heya niha Rûsya bêtirî nîvî ji hêzên xwe ji Sûryê kişandiye.

N.O