Hin bajarên Sûrî tevlî Navenda Rûsî dibin

Berî niha jî ajansa fermî ya Hikûmeta Sûrî (Sana) ragihandibû, ku devera Da'il û çend gundên din li gundewarê Der'ayê jî tevlî Navenda Lihevanînê ya Rûsî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyeke Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan heşt bajarok li gundewarê Bakurê Der'a di nav de Da'il, Ibte'i, Xarya Şerqî û Xarya Xerbî  piştî danûstendinên hin serokên hozan li wan deveran bi Navenda Lihevanînê ya Rûsî re, ew razî bûne çekên xwe radestî hêzên Hikûmeta Sûryê bikin û li wan bajarokan hejmarek ji polîsên Rûsî belav bûye.

Berî niha jî ajansa fermî ya Hikûmeta Sûrî (Sana) ragihandibû, ku devera Da'il û çend gundên din li gundewarê Der'ayê jî tevlî Navenda Lihevanînê ya Rûsî bûne.

Ji 19 vê mehê ve, hêzên rêjîma Sûryê dest bi operasyoneke berfireh li parêzgeha Der`a kiriye û ji encama wê operasyonê, heya niha bi hezaran welatiyên sivîl meşext bûne.

N.O