Xaminî: 6 serokên Amerîka berî Trump xwe taqî kirin

Li ser xwepêşandanên li Tehranê, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xaminî hate deng û Amerîka bi sedema wan xwepêşandanan tomar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser xwepêşandanên li Tehranê, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xaminî hate deng û Amerîka bi sedema wan xwepêşandanan tomar dike.

Xaminî li pêgeha xwe ya eliktironî peyamek belav kir û tê de got: “Sizayên Amerîka bi armanca têkbirina aboriya Îranê ne, ta ku netewa Îranê û sîstema wê ji hev cuda bikin. Lê şeş serokên Amerîka berî Trump heman rê taqî kirin û lê ti encam negirtin.”

Ji roja Sêşemê 26ê Hezîranê ve xwepêşandanên berfereh li Tehranê li dijî sîstema birêvebirinê û xirapiya rewşa aborî dest pê kirin, ji ber wê jî bo yekem car ji sala 1979an ve bazara Tehranê ya mezin hat girtin.

 

S. B