Opozisyona Sûryê: Danûstendinên bi Rûsya re li ser Der'a biser neketin
Peyvdarê Odeya Operasyonên Navendî li başûrê Sûryê (Ibrahîm El-Cîbawî) ragihand, ku opozisyonê mercên Rûsî ji bo lihevkirinê, qebûl nekiriye û ew mercana bi bindestiyê binav kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê bi navê Odeya Operasyonên Navendî li başûrê Sûryê (Ibrahîm El-Cîbawî) ragihand, ku opozisyonê mercên Rûsî ji bo lihevkirinê, qebûl nekiriye û ew mercana bi bindestiyê binav kir.
Ibrahîm El-Cîbawî diyar kir, ku Rûsya di nav wan mercan de, ji opozisyonê xwestiye çekên giran û sivik deynin û xwestiye ku polîsên serbazî yên Rûsî li gel serbazên rêjîma Sûryê li navçeyên opozisyonê belav bibin.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Danûstendinan a li Der'ayê ragihand, ku ew her piroseyekê red dikin, heger Îran û Rûsya gerentiya wê bikin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku binpêkirinên li navçeyên kêmkirina şer dibin, şermezar bike.
Herwiha Desteya navhatî, Rûsya bi bizava kuştina endamên şanda danûstendinê tomet bar kir.
N.O