Artêşa Urdinê jî alîkariyên mirovî ji meşextên Sûryê re şand
Wezîra dewletê ya Urdinê ji bo karûbarên ragihandinê Cumana Xinêmat ragihand, ku Artêşa welatê wê ji bo meşextên Sûrî yên di nav Sûryê de, alîkariyên mirovî şandiye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîra dewletê ya Urdinê ji bo karûbarên ragihandinê Cumana Xinêmat ragihand, ku Artêşa welatê wê ji bo meşextên Sûrî yên di nav Sûryê de, alîkariyên mirovî şandiye.
Cumana Xinêmat daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir, ku destpêşxeriyê bikin daku alîkariyên mirovî ji meşextan re derbasî nav Sûryê bikin.
Xinêmat tekez kir, ku divê civaka navdewletî, bi erk û berpirsatiya xwe beramberî azarên miletê Sûryê rabe û kar ji bo alîkariya wan bike û çareyekê ji kirîzê Sûrî re bibîne.
Ji 19ê meha derbasbûyî ve, artêşa Sûryê dest bi operasyoneke berfireh li parêzgeha Der'a kiriye û bi sedema wî, bi hezaran sivîl meşext bûne.
Girêdeyî heman mijarê, wezîrê derve yê Urdinê berî niha ragihandibû, ku welatî wî nema kare pêşwaziya penaberên Sûrî bike û ji civaka navdewletî xwest ku bila ti aliyek fişaran li Urdinê û got: Divê civaka navdewletî di nav Sûryê de alîkariya Sûriyan bike.
Berî niha jî Artêşa Israîlî bi riya piroseyeke taybet li çar navçeyên cuda yên Sûryê, nêzîkî 60 ton alîkariyên mirovî, ji xwarin, derman û şîrê zarokan derbasî nav axa wî welatî kiribû û bi riya hin xwebexşên Sûrî ew alîkarî li ser meşextan dabeş kirin.
N.O