Birîtanya ji bo yekem car hêzeke rêjîma Sûryê bordûman dike
Firokeyên Birîtanî bombeyek ku giraniya wê bêtirî 200 kîloyan bû û bi lêzerê tê arastekirin, avêtine bingeheke Artêşa Sûryê li nêzîk sînorê Sûryê bi Iraq û Urdinê re.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya The Sunday Times a Birîtanî ragihand, ku ji bo yekem car firokeyên Birîtanî hêzên ser bi Artêşa Sûryê ve, li nêzîkî bingeha Amerîkî-Birîtanî li Tenif a li ser sînorên Iraq û Urdinê bordûman kirin.
Rojnameya navhatî diyar kir, ku hêzên ezmanî yên Birîtanî di 21 meha derbasbûyî de, bombeyek ku giraniya wê bêtirî 200 kîloyan bû û bi lêzerê tê arastekirin, avêtine bingeheke Artêşa Sûryê li nêzîk sînorê Sûryê bi Iraq û Urdinê re.
Li gorî heman rojnameyê, berî ku firokeyên Birîtanî li hêzên rêjîmê bidin, Artêşa Azad li gel şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî, li wê navçeyê rastî êrîşekê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin.
Ji aliyê xwe ve, peyvdarê wezareta berevaniya Birîtanya red kir ku nasnameya wê hêzê eşkere bike, ku ji aliyê wan ve hatiye armanckirin, lê got: Lêdana hêzên wan yên ezmanî di cihê xwe de bû, di dema ku metirsî li ser hêzên Hevpeymanya Navdewletî hebû.
N.O