Desthilat ketin destê Erdogan

Tirkiyê yekem gava guhartina ber bi sîstema Serokomarî avêt. Biryarnameyên nû yên di hikma yasayan de hatin ragihandin û Lijneya Wezîran erkên xwe radestî serokomar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê yekem gava guhartina ber bi sîstema Serokomarî avêt. Biryarnameyên nû yên di hikma yasayan de hatin ragihandin û Lijneya Wezîran erkên xwe radestî serokomar kir.

Biryarnameyên nû di derbarê Sîstema Hikûmeta Serokomartiya Tirkiyê de ne û ji 74 xalan pêk tê.

Li gor biryarnameyan penaseyên ku ji bo wezîr û Lijneya Wezîran dihat kirin, êdî ji bo Serokomarê Tirkiyê dê were kirin û erkên Lijneya Wezîran bo Serokomar hate radestkirin.

Biryarname dê piştî sûndaxwarina Serokomarê Tirkiyê werin cibicîkirin.

Tirkiye di 16ê Nîsana sala 2017an de ji sîstema Parlementeriyê derbasî sîstema Serokomartiyê bûbû. Herwiha Recep Tayîp Erdogan di hilbijartinên 24ê Hezîranê de careke din  serkeft û bû Serokomarê Tirkiyeyê. Sîstema nû ya Tirkiyê dê di cara yekemîn di desthilatdariya wî de bi rê ve biçe.

 

S. B