Almanya gotûbêjan derbarê Yekîtiya Gûmrikê de bi Tirkiye re red dike
Hikûmeta Almanyayê radighîne, mimkûn nîn e di navbera wan û Tirkiyê de gotûbêjên Yekitiya Gûmrikê destpê bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Almanyayê radighîne, mimkûn nîn e di navbera wan û Tirkiyê de gotûbêjên Yekitiya Gûmrikê destpê bikin.
Hikûmeta Almanyayê di derbarê Tirkiyê de bersiva pirsnameya Partiya Çep a Almanyayê da û tê de rexneyên tûnd li Tirkiyê tên girtin. Hikûmeta Almanyayê dide zanîn ko, Tirkiye bi berdewamî ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve û serbxwebûna dadgehan lawaz bûye. Herwiha 200 sazî û dezgehên medyayê hatine girtin û ji sedî 90ê medyayê bûn e alîgirê hikûmeta Tirkiyê ye. Ji ber van sedeman mimkûn nîn e di navbera Almanya û Tirkiyê de gotûbêjên Yekitiya Gûmrikê destpê bikin.
C.B