Yildirim: Rewşa awarte bidawî dibe

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim radigihîne, bi avabûna hikûmeta nû ya Tirkiyê re, dê pêvajoya rewşa awarte jî bidawî were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim radigihîne, bi avabûna hikûmeta nû ya Tirkiyê re, dê pêvajoya rewşa awarte jî bidawî were.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji medyaya Tirkiyê re axivî û got, roja Duşemê 9ê Tîrmehê Hikûmeta nû ya Tirkiyê ava dibe û bi vî awayî pêvajoya rewşa awarte jî bidawî tê.

Serokwezîrê Tikriyê amaje kir ku ji bo berdewamiya rewşa awarte pêwîst e hikûmet pêşniyara dirêjkirinê li parlementoyê bike. Dema hikûmeta niha roja 9ê vê mehê bidawî tê û hikûmetek nû ava dibe. Ji ber vê yekê rewşa awarte jî namîne.

Herwiha dê sibe biryarnameyek nû were ragihandin, da ku bi rakirina rewşa awarte re, bila şerê wan a terorê zirar nebîne.

Rewşa Awarte li Tirkiye piştî hewldana Kûdetaya Leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an hate ragihandin û heta 18ê Tîrmeha îsal biryara hebûna wê heye, ango ev 2 sal in Tirkiye di Rewşa Awarte de dijî. Di vê demê de, Hêzên Ewleyiyê bûne xwedî gelek mafên binçavkirin, desteserkirin û girtinê.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment